Tirkiye

Di navbera Tirkiye û Qraltiya Yekbûyî da ji bo "Eurofighter"ê zepta lihevkirinê hat îmzekirin

Utku Şimşek, Yusuf Soykan Bal  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Di navbera Tirkiye û Qraltiya Yekbûyî da ji bo "Eurofighter"ê zepta lihevkirinê hat îmzekirin

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi Wezîrê Parastinê yê Qraltiya Yekbûyî John Healey ra ji bo Tirkiye weke bikarhênerê Eurofighter Typhoonê bê qebûlkirin zepta lihevkirinê ya berfireh îmze kir.

Der Spiegel: Hikûmeta Alman pêşî li ber vekir ku Tirkiye balafirên şer ên Eurofighter Typhoonê bikire

Wezareta Parastina Neteweyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê civîna Guler û Healey da daxuyanî da ku li Stenbolê di Fuara Pîşesaziya Parastinê ya 17an ya Navneteweyî da hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ji bo Tirkiye balafira şer ya Eurofighter Typhoonê bikire, Wezîrê Parastina Neteweyî Guler bi Wezîrê Parastinê yê Qraltiya Yekbûyî Healey ra zepta lihevkirinê ya berfireh îmze kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.