Di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a AK Partiyê da Recep Tayyîp Erdogan ji nû va wek serokê giştî hat hilbijartin

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a partiya xwe da temamiya 1399 dengên derbasdar hilda û ji nû va ji bo serokatiya giştî hat hilbijartin.
Di Kongreya Mezin a Derasayî ya 4emîn a AK Partiyê ya ku li Hêwana Werzişê ya Enqereyê hat kirin da encama hilbijartina serokatiya giştî diyar bû.
Serokê Dîwana Kongreyê Alî Îhsan Yavuz da zanîn ku li gor encamên hilbijartinê 1402 deng hatin emilandin, 1399 deng derbasdar in û 3 deng derbasdar nînin.
Yavuz ragihand ku Erdogan temamiya 1399 dengan hilda û ji nû va ji bo Serokatiya Giştî ya AK Partiyê hat hilbijartin.
Lijneya Birêvebirî û Biryarê ya Navendî ya ku ji 75 endaman pêk tê jî bi heman dengdayînê hat tesbîtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.