Dinya

Di êrîşa ku Îsraîlê bir ser Xezeyê da ji malbata nûçegihanê Al Jazeerayê gelek kes hatin kuştin

Di êrîşa ku artêşa Îsraîlê bir ser Xeta Xezeyê da ji malbata Waîl el-Dahduhê nûçegihanê têlevîzyona Al-Jazeerayê gelek kes hatin kuştin

Murat Başoğlu, Muhammed Emin Canik  | 25.10.2023 - Rojanekırın : 26.10.2023
Di êrîşa ku Îsraîlê bir ser Xezeyê da ji malbata nûçegihanê Al Jazeerayê gelek kes hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşa ku artêşa Îsraîlê bir ser Xeta Xezeyê da ji malbata Waîl el-Dahduhê nûçegihanê têlevîzyona Al-Jazeerayê gelek kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya kanala Al-Jazeerayê ku navenda wê li Qeterê ye da wiha hat gotin, "Îsraîlê li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li Xeta Xezeyê xaniyek kir hedef û jina hevkarê me Waîl el-Dahduh, kurê wî, keça wî û ji malbatê gelek kes şehîd bûn."

Hat gotin, ji ber ku malbata rojnameger Dahduh bi êrîşên Îsraîlê ji cî û warên xwe bûbûn, xwe spartibûn mala li Nuseyratê.

Di dîmenên ku Al-Jazeerayê weşandin da Dahduh digirî û ji kurê xwe xatir dixwaze û wiha dibêje, "Ev hêsirên tirs û kavilbûnê nînin, hêsirên mirovahiyê ne. Bira dagirkerî dehf bibe. (Artêşa Îsraîlê) Ji zarokên me heyfa xwe vedike."

Dahduh keça xwe ya kuştî jî da ber singê xwe û ser da giriya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın