Dinya

Di êrîşa Artêşa Îsraîlê ya dijî sivîlan da herî kêm 41 kesan canê xwe ji dest da

Ramzi Mahmud, Safiye Karabacak  | 20.06.2025 - Rojanekırın : 22.06.2025
Di êrîşa Artêşa Îsraîlê ya dijî sivîlan da herî kêm 41 kesan canê xwe ji dest da

Gazze

 Di êrîşa Artêşa Îsraîlê ya ku li Xeta Xezeyê bir ser sivîlên ku li benda alîkariya mirovî bûn da herî kêm 41 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê, Filistîniyên ku li xaçerêya Şuhedayê ya li bakurê Xeta Xezeyê, di dora hildana alîkariya mirovî da bûn, rûbirûyê êrîşa artêşa Îsraîlê man.

Nexweşxaneya Ewdeyê ya li Kampa Penaberan a Nuseyratê destnîşan kir ku cenazeyê 23 kesên ku di êrîşa navborî da hatin kuştin, gihiştine nexweşxaneyê.

Di agahiya ku ji Heyva Sor a Filistînê hat sitandin da jî hat diyarkirin ku balafirên cengê yên Îsraîlê bajarê Dêr Belehê ya ku dikeve naverasta Xeta Xezeyê, kirin armanc û di encamê da 11 kesan canê xwe ji dest da.

Cenaze rakirin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.

Di êrîşa droneyên Îsraîlê ya dijî sivîlên li derdoran Nexweşxaneya Şifayê ya li rojavayê bajarê Xezeyê da, 2 Filistînî hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Her wiha di êrîşa bi droneyan a li taxa Şucaiyeyê ya rojhilatê bajêr jî Filistîniyek hat kuştin.

Di êrîşa Îsraîlê ya dijî sivîlên ku nêzîkî Mizgefta Sunniyeyê ya li Xan Yûnisê civiyabûn da, 3 Filistînî hatin kuştin.

Li Herêma pîşesaziyê ya li bakurê Xan Yûnisê di encama gulebarana artêşa Îsraîlê da ji nava komeke Fiilstînî, zarokekî 13 salî canê xwe ji dest da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın