Dinya

Di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 9 hezar û 488an

Halime Afra Aksoy, Mohammed Majed  | 04.11.2023 - Rojanekırın : 05.11.2023
Di êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 9 hezar û 488an

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ku Îsraîl ev 29 roj in bombebaran dike, di 24 saetên dawîn da jimara kuştiyan 261 zêde bû û derket 9 hezar û 488an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Qudra li nêzî Nexweşxaneya Şifayê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê êrîşên Îsraîlê yên dewam dikin da agahî da.

Qudra diyar kir, ji 7ê Cotmehê vir va êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê da jimara kesên ku hatin kuştin derket 9 hezar û 488an, ji van 3 hezar û 900 kes zarok, 2 hezar û 509 kes jî jin in. Qudra destnîşan kir ku herî kêm 24 hezar kes jî birîndar bûn.

Qudra destnîşan kir, ji sedî 70yê kuştiyan zarok, jin û kal û pîr in.

Qudra diyar kir, li gor agahiya ku hat ber destê wan, di binê kavilan da 1250 jê zarok, 2 hezar û 200 kes hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın