Dinya

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 51 hezar û 65an

Muhammed Emin Canik  | 17.04.2025 - Rojanekırın : 18.04.2025
Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 51 hezar û 65an

Istanbul

 Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 40 zêde bû û derket 51 hezar û 65an.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 40 kuştî û 73 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.

Ji 18ê Adarê vir va ku artêşa Îsraîlê agirbesta 19ê Rêbendanê xerab kir û li dijî Xezeyê êrîş cardin dan destpêkirin, jimara kuştiyan derket 1691an, jimara birîndaran jî derket 4 hezar 464an.

Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan jî derket 51 hezar û 65an, jimara birîndaran jî derket 116 hezar û 505an.

Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın