Dinya

Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 19 hezar û 667an

Zeynep Hilal Karyağdı Duran  | 19.12.2023 - Rojanekırın : 20.12.2023
Di êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê da jimara kuştiyan derket 19 hezar û 667an

Istanbul

 Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 214 zêde bû û derket 19 hezar û 667an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref el-Kudra daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku 74 roj in dewam dikin da agahî da.

Kudra diyar kir, hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li hemû herêmên Xezeyê komkujî kir û di 24 saetên dawîn da 214 kes hatin kuştin, 300 kes jî birîndar bûn.

Kudra diyar kir, ji 7ê Cotmehê vir va jimara Filistîniyên ku hatin kuştin, derket 19 hezar û 667an, jimara birîndaran jî derket 52 hezar û 586an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın