Dinya

Di êrîşên bersivdayînê yên Îranê yên li dû hev da li Tel Avîvê 14 kes birîndar bûn

Faruk Hanedar  | 01.04.2026 - Rojanekırın : 01.04.2026
Di êrîşên bersivdayînê yên Îranê yên li dû hev da li Tel Avîvê 14 kes birîndar bûn

Quds

Di du êrîşên bersivdayînê yên Îranê yên li dû hev da li Tel Avîva paytextê Îsraîlê ji ber ketina parçeyên fuzeyan, 14 kes birîndar bûn.

Stêrka Sor a Dawid a servîsa alîkariya bilez a Îsraîlê ragihand ku li gorî encamên destpêkê, ekîban midaxeleyî 14 birîndaran kirin.

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, 3 kesên ku bi îsabetkirina şarapnelan birîndar bûn jê rewşa yekî xedar e û 11 kesên din jî bi sivikî birîndar bûn û birîndar bo nexweşxaneyê hatin sewqkirin.

Îranê serê sibehê zû li dijî Îsraîlê li dû hev 2 êrîşên bersivdayînê pêk anîn.

Piştî êrîşên bersivdayînê, Tel Avîva paytext di serî da li gelek bajarên Îsraîlê sîrenan lê da û her wiha parçeyên fuzeyan jî îsabetî gelek cihan kirin.

Têlevîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê ragihand, bi awayekî hevdemî êrîşên Îranê, Hizbullahê jî bakurê Îsraîlê kir armanc û lewma li herêmê li gelek bajaran sîrenan lê da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın