Di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê da di 24 saetên dawîn da 61 kes hatin kuştin
Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetên dawî da 61 kes zêde bû û derket 62 hezar û 622yan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kirin.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyê 61 kesan û 308 birîndar anîn nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir û di van êrîşan da 10 hezar û 778 Filistînî hatin kuştin, 45 hezar û 632 kes jî birîndar bûn.
Her wiha, hat gotin li herêmên qaşo belavkirina alîkariyê yên di bin emrê Îsraîl-Amerîkayê da ye, bi awayekî sîstematîk êrîşî Filistîniyan tê kirin û ji 27ê Gulanê û vir va di van êrîşan da 2 hezar û 76 kes hatin kuştin, 15 hezar û 308 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di 24 saetên dawîn da 16 Filistîniyên ku hewl didan alîkariyê hildin hatin kuştin, 111kes jî birîndar bûn.
Li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê xela lê mecbur kiriye, di 24 saetên dawîn da 8 Filistîniyên din jî birçîna mirin û hejmara kesên ku ji ber birçîbûnê mirin jê 114 zarok, gihîşt 281ê.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 62 hezar û 622yan, ya birîndaran jî bû 157 hezar û 673.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê cinazeyê bi hezaran kuştiyî hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
