Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 69 hezar û 179an

Esat Fırat  | 10.11.2025 - Rojanekırın : 11.11.2025
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 69 hezar û 179an

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên di Cotmeha 2023yan da li dijî Xeta Xezeyê da destpêkirin da, hejmara kuştiyan gihîşt 69 hezar û 179an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, agahiyên dawî yên li ser kesên ku di êrîşên Îsraîlê hatine kuştin da parve kir.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji wê dema navborî û vir va, hejmara kuştiyan gihîştiye 69 hezar û 179an û ya birîndaran jî bûye 170 hezar û 693 kesan.

Her wiha, hat gotin di 24 saetên dawî da ji ber êrîşên Îsraîlê kesek hatiye kuştin, Filistîniyekî ku berê birîndar bûye miriye û cinazeyê kesekî jî hatiye dîtin.

Hat daxuyandin ku piştî agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê ya di 10ê Cotmehê da 242 kes hatine kuştin, 622 kes birîndar bûne û cinazeyên 529 kesan jî ji binê kavilan hatine derxistin.

Artêşa Îsraîlê tevî agirbesta li Xeta Xezeyê, car caran hin hincetan nîşan dide û êrîşê Filistîniyan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın