Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan gihîşt 50 hezar û 944an

Istanbul
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va dibe ser Xeta Xezeyê da, hejmara kuştiyan di nav 24 saetan da 11 kes zêde bû û gihîşt 50 hezar û 944an.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê der barê kesên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê dewam dikin da hatine kuştin û birîndar bûne da agahiyên dawî parve kir.
Hat daxuyandin di nav 24 saetan da cinazeyên 11 kesî û her wiha 111 birîndar rakirin nexweşxaneyên li Xezeyê.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê agirbesta ku di 19ê Çileya Paşîn da ket rewacê, di 18ê Adarê da binpê kir û dîsa dest bi êrîşên xwe kir û di van êrîşan da 1574 Filistînî hatin kuştin, 4 hezar û 115 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat gotin hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li Xeta Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 50 hezar û 944an, ya birîndaran jî bû 116 hezar û 156.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê di binê kavilan da hê bi hezaran mirî hene.