Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara Filistîniyên ku hatin kuştin ji 40 hezarî derbas bû

Ekrem Biçeroğlu, Çağrı Koşak  | 15.08.2024 - Rojanekırın : 16.08.2024
Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê da hejmara Filistîniyên ku hatin kuştin ji 40 hezarî derbas bû

Istanbul

 Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va li Xeta Xezeyê didomîne da jê 16 hezar û 314 zarok hejmara Filistîniyên ku hatin kuştin bû 40 hezar û 5.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê hejmara kuştiyan û zirara ji ber êrîşên Îsraîlê çêbûne da agahî da.

Hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin bû 40 hezar û 5.

Di 24 saetan da 107 kes birîndar bûn, hejmara Filistîniyên ku li Xeta Xezeyê di êrîşan da birîndar bûn jî gihîşt 92 hezar û 401ê.

Artêşa Îsraîlê êrîşên li dijî dibistanên ku bi sed hezaran Filistîniyên ji cî û warên xwe bûne û xwe spartinê jî didomîne.

Ji ber bombebaranên artêşa Îsraîlê binesazî xirab bûye, têra xwe ava vexwarinê nemaye. Ji ber vê jî, nexweşiyên şofî belav bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın