Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 14 hezar û 854an

Murat Başoğlu, Halime Afra Aksoy  | 24.11.2023 - Rojanekırın : 25.11.2023
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hejmara kuştiyan derket 14 hezar û 854an

Gazze

 Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên 48 roj e bênavber didomin da hatin kuştin derket 14 hezar û 854an.

Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezeyê der heqê rewşa li herêmê da daxuyaniya nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji 7ê Cotmehê û vir va hejmara kesên hatin kuştin derket 14 hezar û 854an ku jê ji 6 hezar û 150yî zêdetir zarok û 4 hezarî zêdetir jî jin in.

Hejmara birîndaran ji 36 hezarî derbas bûye û ji van jî ji sedî 75 jê zêdetir jin û zarok in.

Îsraîlê li Xezeyê li dijî malbatên Filistînî zêdeyî 1400î qetlîam pêk anîn.

Her wiha jê 4 hezar û 700î zêdetir jin û zarok 7 hezar kes jî wenda ku cinazeyên wan di bin kavilên di êrîşên Îsraîlê da wêran bûn da ne yan jî li ser kuçe û kolanan mane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın