Dinya

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 17 Filistînî hatin kuştin

Mehmet Nuri Uçar, Hosni Nedim  | 03.11.2024 - Rojanekırın : 04.11.2024
Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da 17 Filistînî hatin kuştin

Istanbul

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên heta ber destê sibehê da 17 Filistînî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, artêşa Îsraîlê li bakurê Xeta Xezeyê li bajarên Cibaliye û Beyt Lahiyayê sê mal bordûman kirin.

Di herdu êrîşan da 14 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa Îsraîlê ya dijî herêma Nezleyê ya Kampa Penaberan a Cibaliyeyê da jî 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Dîsa di êrîşa artêşa Îsraîlê da ya dijî başûrê bajarê Refahê ya bi dronê va Filistîniyek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

- Bi dehan malên Filistîniyan hatin wêrankirin

Ji aliyekî din va li gorî agahiya ji şahidan hat wergirtin, artêşa Îsraîlê bi topxane, dron û tifingên bimakîne va li bakurê Xeta Xezeyê êrîşên xwe heta ber destê sibehê domandin.

Artêşa Îsraîlê li bakurê Xezeyê di hundirê bi dehan malan da teqemenî bi cih kirin û teqandin û her wiha mal kavil kirin. Ji cihên navborî heta ber destê sibehê dûman quloz bûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın