Jiyan

Deltaya Dîlkayayê mazûvaniya hezkirên kanoyê dike

Mesut Varol  | 18.07.2023 - Rojanekırın : 01.08.2023
Deltaya Dîlkayayê mazûvaniya hezkirên kanoyê dike

Van

 Li Wanê Deltaya Dîlkayayê ku ji bo gelek cureyên çivîkan hêwirgehek e, ji bo hezkirên kanosiwariyê jî dibe qonaxeke geştyariyê.

Deltaya Dîlkayayê ya li navçeya Artemîtê ku hebûna xwe ya siruştî bi awayekî mezin parastiye, bi siruşta xwe ya hêşîn û cureyên çivîkan balê dikişîne.

Deltaya ku di demên dawî de fotografhez û werzişhez jî berê xwe didinê, Kluba Deryaya Wanê û Werzişa Çîyageriyê geştên kanoyan li dar dixe.

Li Deltaya ku menzereya Gola Wanê û Çiyayê Artosê jê ve xuyaye werzişvan di nav qamîşan de li kanoyan siwar dibin û çavdêriya cureyên curbicur ên çivîkan dikin.

Ji werzişvanan Kenan Çiftçî anî ziman ku Deltaya Dîlkayayê ji bo kanosiwariyê lokasyoneke gelekî bedew e.

Çiftçî destnîşan kir ku herêm ji bo werzişên avî gelekî guncav e û got, "Ev der gelekî xweş e. Li aliyekî qamîş, ji aliyekî dîmenên Gola Wanê û Çiyayê Artosê heye. Li vê derê gelek cureyên çivîkan hene, req û masî hene. Ji bo mirovan aramgehek e. Di demên dawîn de xelk li ser kanosiwariyê disekine. Ez hêvîdar im hejmara kanosiwaran zêde bibe."

Selvî Kaçmazê got, "Yekem car e hatime kanosiwariyê. Çalakiyeke xweş bû. Li vê derê gava roj diçe ava siwariya kanoyê gelekî xweş e. Ez hemî kesî dawet dikim ku li vî cihê xweş kanosiwariyê bikin."

Nurullah Gulaçarê ku bi werzişên avî re eleqedar e got, "Di demên dawîn de em çalakiyên kanosiwariyê li dar dixin. Gelek kes bi erênî li me vedigerin. Ji bo werzişvanan qadeke bedew e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın