Tirkiye

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhêjin ewladên xwe

Mehmet Sıddık Kaya  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 30.03.2024
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhêjin ewladên xwe

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û nobeta wan di roja 1669emîn da jî dewam dike.

Ji dayikên ku wêneyên zarokên wan di destê wan da ne Ayten Elhamanê got ew dixwaze bigihêje kurê xwe Bayram yê ku 7 sal e tu xeber jê tune.

Elhamanê anî ziman ku zarokên wan ji destê wan hatine girtin û wiha axivî: "Em bi biryar in, bêyî ku zarokên xwe bigirin em ê vê derê neterikînin. Em wek dayik li vir in. 20 sal jî derbas bibin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."

Elhamanê bangî kurê xwe kir ku ew teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Dayik Bedrîye Usluyê jî diyar kir ku ew û kurê wê Mahmut heta bigihêjin hev ew ê çalakiya rûniştinê bidomîne.

Uslu wiha axivî: "Ez bi biryar im, heta ku ez kurê xwe negirim ez ê neçim. Ez dev ji kurê xwe bernadim. Ez gelekî bêriya kurê xwe dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın