Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê di sala nû da tenê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Aydın Arik  | 31.12.2024 - Rojanekırın : 01.01.2025
Dayikên Diyarbekirê di sala nû da tenê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê didomînin û dixwazin di sala nû da bigihêjin ewladên xwe.

Malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, dixwazin bigihêjin zarokên xwe û ji bo vê yekê jî malbatan di 3yê îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê çalakiya rûniştinê da destpêkirin û nobeta wan di roja 1947emîn da dewam dike.

Hemû Tirkiyeyê dengê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, bihîst. Jimara malbatên ku tevî çalakiya ewladan bû jî roj bi roj zêde bû û derket 380yî.

Bi saya çalakiya rûniştinê ya ku bi piştevanî û biryardariyeke mezin dewam dike, 57 malbatan ewladên xwe ji pencikên terorê xelas kirin.

Malbat ji bo her ewladê ku vedigerin, şabûna digirîn û bi hêviya ku ewladê wan jî were wêneyên zarokên xwe dane destê xwe û di çadira pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê da çalakiya rûniştinê didomînin.

Çavê malbatan li rêya ewladên wan e û di sala nû da hêvî dikin ku bigihêjin zarokên xwe.

Mevlude Uçdaga ku ji bo Ramazanê kurê xwe çalakiyê dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wê pir bîra ewladê xwe kiriye.

Uçdagê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne û wiha dewam kir, "Li vê derê dê û bavên dilşewat hene. Bira ewladên wan werin û di sala nû da dê û bavên wan bigihêjin wan. Ez bangî hemû zarokan dikim, werin teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibin."

Ayten Elhamana dayik jî got ku wê Bayramê kurê xwe 7 sal e nedîtiye û li benda wî ye.

Turkan Mutluya dayik jî diyar kir, sala ku Ceylana keça wê zanîngeh qezenc kir, ji Stenbolê birin serê çiyê û wiha got, "Înşeallah ez ê di sala nû da bigihêjim ewladê xwe."

Nîhat Aydinê bav jî ji bo Mehmetê kurê xwe ku 9 sal berê di 13 saliya wî da ji Diyarbekirê revandin serê çiyê, çalakiyê dike. Aydin diyar kir, ew ji bo ku bigihêje ewladê xwe, bi salan e têkoşînê dide.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.