Darên behîv û mişmişan yên ku kulîlk vedane qeraxa Gola Wanê dixemilînin
Van
VAN (AA) - Li Tuşbaya navçeya Wanê darên behîv û mişmişan yên ku kulîlk vedane qeraxa Gola Wanê dixemilînin û bala welatiyan dikşînin.
Li Taxa Çîtorenê siruşt bi hatina biharê zindî û rengîn bû.
Darên behîv û mişmişan yên ku kulîlk vedane, Çiyayê Sîpanê, Gola Wanê û şînahiya esman bi hev ra dîmenên gelek xweş derdixin holê.
Kesên siruştê hez dikin û wênekêş tên herêmê û li van deran bêhna xwe didin û dîmenan qeyd dikin.
Ji welatiyan Halîl Yetmez ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku qeraxên Gola Wanê û ev dîmenên xweş gelekî bala wan dikşîne.
Yetmez wiha axivî: "Bi Çiyayê Sîpanê yê bi berf, Gola Wanê û bi darên behîvan yên ku bi kulîlk vedane va dîmeneke bêhempa derketiye holê. Ez heta niha nehatibûm vê derê. Cihekî hêjayî dîtinê ye. Ji ber ku hewa xweş e gelek ziyaretvan tên. Ez vê derê pêşniyarê her kesî dikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
