Danûstanên nukleerî yên di navbera Îran û DYAyê da Piştî navbereke kurt, li Cenevreyê didomin
Geneve
Gera sêyemîn a danûstandinên nukleerî yên di navbera Îran û DYAyê da, ku bi navbeynkariya Umanê li Cenevreya bajarê Swîsreyê tê lidarxistin, piştî navberekê dîsan didome.
Li gorî IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, danûstanên nerasterast ên di navbera Îran û DYAyê da yên bi navbeynkariya Umanê, li Cenevreyê bi danûstandina peyaman berdewam in.
Polîsên Cenevreyê dema ku delegasyon diçûn, li kolana ku rezîdans lê ye, tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin û ew herêm ji trafîkê ra girtin.
Piştî civîneke ku îro sibê dest pê kir û bi qasî 3 saetan dewam kir, şande bêyî ku daxuyaniyekê bidin, ji rezîdansa balyozxaneya Umanê derketin.
- Berdevkê Îranî got ku mizakereyên bi Amerîkayê ra dê îro dewam bikin
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqayî da zanîn hevdîtin ku di navbera Îran û Amerîkayê da li Cenevreyê tên kirin û biqasî saetek berî navber danê dê îro berdewam bikin.
Beqayî ji televîzyona dewletê ya Îranê ra axivî û got ku hevdîtin bi giranî û bi awayekî cidî dewam dikin.
Beqayî da zanîn ku biqasî saetekî ji ser ra derbas bû ku herdu heyet jî ji cihê hevdîtinê veqetiyan û got ku "Divê herdu heyetan bi paytextên xwe ra îstişare bikira. Hevdîtin bi saeta herêmî dê dora saet 17.30î dewam bikin. Di qada nukleerê da û mijara rakirina mueyideyan da pêşniyazên gelekî girîng û operasyonel hatin pêşkêşkirin û herdu alî jî bi cidiyet hevdîtin domandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
