Tirkiye

Dîmenên nû yên kamerayê yên erdheja li Kahramanmeraşê derketin holê

İzzet Mazı  | 07.08.2023 - Rojanekırın : 08.08.2023
Dîmenên nû yên kamerayê yên erdheja li Kahramanmeraşê derketin holê

Kahramanmaraş

Li Turkogluya navçeya Kahramanmeraşê dîmenên nû yên kamerayê yên erdheja 6ê sibatê derketin holê.

Di kamerayeke ewlehiyê ya li navçeya Turkogluyê da dîmenên erdheja ku navenda wê Pazarcixa navçeya Kahramanmeraşê ya bi mezinahiya 7,7 e tên dîtin.

Di hin dîmenan da xuya dike ku li esman ronahî çêdibe û hemû navçeyê ronî dike.

Di dîmeneke din da jî tê dîtin ku xebatkarên dezgeha çandiniyê ji ber erdhejê bi zorê direvin û diçin, lê kesek ji bo ku hevalê xwe xelas bike dizivire û tê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın