CNN: Serokê Amerîkayê Trump dibe ku di geşta xwe ya li Rojhilata Navîn da Tirkiyeyê ziyaret bike

Ankara
Di nûçeya ku qenala CNNê ya Amerîkayê di rûpela xwe ya Erebî da sipart çavkaniyên Qesra Spî da hat diyarkirin ku dibe ku Serok Donald Trump meha pêş me Tirkiyeyê ziyaret bike lê biryara dawîn nehatiye dayîn.
Di nûçeya ku qenalê sipart rayaderê Qesra Spî û du çavkaniyên din ên aşînayê mijarê da hat gotin ku "Trump difikire ku meha pêş me piştî ziyaretên xwe yên li Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY) da Tirkiyeyê jî tevî ziyareta xwe ya Rojhilata Navîn bike."
Yek ji rayedarên ku ji CNNyê ra axivî îdia kir ku ziyareta bavborî di axaftina bi têlefonê ya dawîn a di navbera Trump û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da hat axaftin.
Di nûçeyê da her wiha hat ragihandin ku Trump ji bo niha nafikire ku Îsraîlê li ser bernameya geşta xwe ya Rojhilata Navîn zêde bike.
Wezîrê Karên Derba Hakan Fîdan duh êvarê di weşana CNN Turkê da li ser pirsa der barê ziyareta muhtemel a Amerîkayê ya Serokomar Erdogan da gotibû ku "Amadehî wiha heye, êdî mijarek e ku serokan îrade beyan kiriye. em niha difikirin ka ev dê kengî û li ku be."
Fîdan pirsa "Dibe ku li Tirkiyeyê be yan jî li Amerîka? Ango dibe ku Trump jî bê, Erdigan jî biçe?" wekî "Herdu jî dibin." bersivandibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.