Ciwanê ji Til Ebyadê ku bi PKK/YPGyê ra hevkarî nekir 4 salan îşkence dît

Tel Abyad
Ehmed Mihemed el-Hesenê ji Til Ebyadê diyar kir ku ji ber bi PKK/YPGya rêxistina terorê ra hevkarî nekir ew bi destê terorîstan va 4 salan dîl hat girtin û lê îşkence kirin û wiha pê da çû: "Terorîst ji bo xwe dibêjin ku ew alîgirê demokrasiyê ne, lê derewa dikin. PKK dijminê gelê herêmê ye."
Hesenê ji Til Ebyadê ku 2 jî zarokên wî hene ji ber redkirina hevkariya bi PKK/YPGyê ra di gulana 2019an da ji alî terorîstan va hat girtin.
Ew li navçeya Til Ebyadê di avahiyeke terorîstan da hat girtin û piştî demekê jî şandin bajaroka Eyn Îsaya li Reqayê û qasî 4 mehan jî li wê derê girtî ma.
Ciwanê Til Ebyadî ji ber ku pêşniyaza hevkariyê ya rêxistina terorê red kir rastî zext û îşkenceya PKK/YPGya rêxistina terorê hat û di sala 2019an da bi destpêkirina Hereketa Mertalê Feratê va Hesen û dîlên din ji Reqayê birin navçeya Tebqayê.
Hesen bi qasî 24 mehan jî li navçeya Tebqayê girtî ma û ji wê derê jî ew şandin navenda Reqayê û 20 mehan jî li wir hat girtin.
Ciwanê ji Til Ebyadê ku hê 25 salî ye 4 sal rastî îşkenceyê hatibû di meha gulanê da hatibû berdan û dema xilas bû pê hesiya ku dema ew dîl bûye bavê wî li Til Ebyadê miriye.
Hesen bû şahidê gelek îşkence û binpêkirinên mafên mirovan ên PKK/YPGya rêxistina terorê û înfazên bi destê rêxistinê hatine kirin jî dîtine.
Di demeke nêz da Hesen hat û li gundê Dûrûbiyeyê ku di cotmeha sala 2019an da ji rêxistina terorê hatibû paqijkirin bi cî bû û debara malbata xwe bi cotkarî û rêncberiyê dike.
- "Daîma êşkence li me kirin"
Hesen ji nûçegihanê AAyê ra got ku rêxistinê di Gulana 2019an bi ser mala min da girt û ez birim qaşo şaxa îstixbarata eskerî ya li Tel Ebyadê.
Hesen diyar kir ku li Tel Ebyadê di jêpirsîna ewil da li teklîf kirine ku bi rêxistinê ra hevkariyê bike û wiha got, "Ji ber ku min teklîfa wan qebûl nekir, gotin em ê te bibin dereke ku kes nizane û malbata te jî ji gund derxin. Ji ber ku rêxistina terorê bûn min teklîfa wan qebûl nekir."
Hesen destnîşan kir ku paşê wî ji Eyn Îsayê birine Girtîgeha Ebû Xazalayê ya li navçeya Tebqayê û got ku ev der her kes dizane ku dereke xerab e û lê êşkence heye.
Ciwanê ji Tel Ebyadê diyar kir ku Girtîgeha Ebû Xazalayê ji ber ku di hucrika tarî da maye ew roj ji bîra wî naçin û wiha axivî, "Me 2 salan her roj li vir êşkence dît. Her roj dixwestin me bidin xeberdan û daîma êşkence li me kirin. Di êşkenceyê da pêşgîr dikirin devê min û av pê da dikirin. Bi copan li me didan. Ez gurî bûm. Xwarin xerab bûn. Me 4 mehan tenê rîçal xwar. Diranên me kişandin. Di her kesî da nexweşiya hemoroîdê derket. Siheta me xerab bû. Ez tengaya 2 salan di girtîgehê da mam û piştî ku ez hatim berdan ji ber ku min rê nizanibû bi saya qaçaxciyekî min xwe gihand sînorê Tel Ebyadê."