Dinya

Civîna ku NATO wê 75emîn salvegera xwe pîroz bike, sibê bi rojeva sereke "Ukrayna"yê va wê dest pê bike

Şerife Çetin  | 08.07.2024 - Rojanekırın : 09.07.2024
Civîna ku NATO wê 75emîn salvegera xwe pîroz bike, sibê bi rojeva sereke "Ukrayna"yê va wê dest pê bike

New York

NATO bi 32 endamên xwe va amadehiyê dike ku salvegera xwe ya 75emîn pîroz bike, Civîna NATOyê ya ku mijara wê ya sereke Ukrayna ye wê di navbera 9-11ê Tîrmehê da li Washingtonê çêbibe.

Civîn wê bi serokatiya Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg pêk bê.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê li ser navê Tirkiyeyê beşdarî civînê bibe.

Endamên NATOyê wê bi Serokên Dewlet û Hikûmetan va beşdarî civînê bibin.

Di civînê da şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da wê bibe rojeva sereke, lê xurtkirina parastina kolektîf û hêza bergiriyê û bi taybetî jî hevkariya li dijî Çînê wê bê axaftin.

Ji bilî 32 endaman Serokên Awistralya, Japonya, Koreya Başûr û Zelandaya Nû jî wê tevlî rûniştinan bibin.

Rojeva sereke ya civînê wê piştgiriya ji bo Ukraynayê be.

Welatên endam piştî mizakereyan wê pakêta piştgiriyê ya ji bo Ukraynayê eşkere bikin.

Ji bo piştgiriya Ukraynayê ji sala 2022yan vir va endamên NATOyê her sal bi qasî 40 mîlyar ewro piştgirî didin. Di çarçoveya civînê da tê çaverêkirin ku endam li hev bikin ku salane 40 mîlyar ewro bidin Ukraynayê û vê piştgiriyê bidomînin.

Li darxistina civîna NATOyê ya îsal li Washingtonê xwedî wateyeke sembolîk e.

Hevbendiya ku di sala 1949an da li Washingtonê bi "Peymana Atlantîka Bakur" ya ji hêla 12 welatan va hat îmzekirin ava bû îsal 75emîn salvegera xwe pîroz dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın