Çemê Gedîzê di ser ra avêt û zevî dan ber xwe
Manisa
Li Turgutluya navçeya Manîsayê, Çemê Gedîzê di ser ra avêt û di encamê da zevî, bax û baxçe û tewle di bin avê da man.
Çemê Gedîzê yê li Turgutluyê di ser ra avêt, li taxên Urganli, Musacali, Çampinaralti, Saribey û Sînîrliyê zeviyên li deştê dan ber xwe.
Ava ku di ser çem ra avêt, zirar da rezên tiriyan, baxên fêkiyan û her wiha zeviyan.
Ji xeynî van avê da binê tewleyan jî.
Li herêmê xebatên tesbîtkirina xesarê hatin destpêkirin.

