Dinya

Çapemeniya Îsraîlê: Tê payîn ku maliyeta şerê li dijî Xezeyê 51 milyar dolar be

Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout, Çağrı Koşak  | 05.11.2023 - Rojanekırın : 07.11.2023
Çapemeniya Îsraîlê: Tê payîn ku maliyeta şerê li dijî Xezeyê 51 milyar dolar be

Quds

Hat ragihandin ku tê payîn maliyeta budceya dewletê ya ji 7ê cotmehê ve, ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê bigihije 200 milyar şekelî (nêzîka 51 milyar dolar).

Rojnameya Yedîut Exrunutê derbarê hêviya Wezareta Darayiyê ya ji bo "maliyeta şer li ser xezîneya dewletê" nûçeyek weşand.

Tê payîn ku maliyeta şer li ser budceya Îsraîlê bigihije 200 milyar şekelî û ev rêja ji sedî 10ê hasîleya navxweyî ya welêt e.

Di nûçeya ku tê de cih dan hêviyên Îsraîlê yên derbarê rewşa şer wiha jî hat gotin:

"Tê payîn ku bûyer ji 8 mehan heta salekê bidomin û pevçûnên ku piraniya wan li Xezeyê ne, dê bidomin."

Di nûçeyê de hat ragihandin ku li ser sînorê Lubnanê ku jê re "Eniya Bakur" tê binavkirin, ti tundî nayê pêşbînîkirin û di demeke nêz de 35 hezar leşkerên rezervê dê dest bi erka xwe bikin û bûyer li Yemenê û Îranê belav nebe.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku ewê li ser sînorê Lubnanê ku bi "Eniya Bakur" tê binavkirin, zexmî çênebe û ewê di demeke nêz de 35 hezar eskerên yedek dest bi erka xwe bikin. Herwiha ewê bûyer li "Yemenê û Îranê belav nebin".

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın