Çand û huner

Çalakiyên remezanê yên li Kuliyeya Serokomariyê dest pê kirin

- Kuliyeya Serokomariyê deriyên xwe vekirin da pêşangehên bi mijara feza û teknoloijiyê, qadên tecurebeya sepanî, atolyeyên perwerde û pêşangehên "Hêvî Dema Hember Êşê Li Ber Xwe Dida" û "Rûyên Kabeyê" ji bo ecibandina ziyaretvanan hatin vekirin

Fatma Nur Candan  | 19.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Çalakiyên remezanê yên li Kuliyeya Serokomariyê dest pê kirin

Ankara

"Li Kuliyeyê Remezan" a ku bi mazûvaniya Serokomariyê bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmû û TRTyê tê lidarxistin di roja ewil a remezan da bi çalakiyên cur bi cur dest pê kir.

Di çarçoveya çalakiyên li Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyp, Hêwana Pêşangehê ya Beştepeyê, Mizgefta Gel a Beştepeyê û Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê da konser, şano, nimayîşên sînemayê, pêşangeh, lîstikên zarokan yên kevneşopî, atolyeyên hunerê, rojên îmzeyê û konferans tên lidarxistin.

Di roja ewil a bernameyê da di qada fuara pirtûkan a ku li Pêşangeha Gel a Beştepeyê da saziyên kamuyê yên cihê û weşanxaneyan cî girt. Di fuarê da standa "AA Pirtûk" a Ajansa Anadoluyê jî cî girt.

Di qadên tecrubeyê yên ku ji bo ziyaretvanan hatin amadekirin da sîmulatora paraşutê "Lîstika Pergala Çekên Vejenê Yên Berhêlîkirî ALKAé, qada tecrubeya firokeyê sîmulatora KAAnê ji bo ziyaretvanan hatin vekirin.

Pêşangeha "Ji Asoyê Wêdetir" ya ku bi hevkariya TUBÎTAK û Ajansa Fezayê ya Tirkan va hat vekirin rastî eleqeyê hat. Di pêşangehê da hedefên fezayê yên Tirkiyeyê, panoypn Bernameya Fezayê ya Neteweyî, lêkolînên fezayê û xebatên zanistî cî girtin. Her wiha atolyeyên TUBÎTAKê û çalakiyên navenda zanistê jî hatin lidarxistin.

- Zarokan wextê xwe xweş derbas kirin

Bi sepanên bi VRyê "Maratona Bermayiyên Sifir", "Lîstika Jihevqetandina Bermayiyan" û "Mifetişê Hawirdor" zarokan hem kêf kirin ê hem hîn bûn. Xemilanda çebteyên paçik, ji kulav çêkirina objeyan, atolyeyên boyaxkirinê û xebatên ebrûyê jî bi beşdariya zarokan hatin lidarxistin.

Ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî va Atolyeya Nirxan û Hunerên Jiyanê, Atolyeya Hunerên Kevneşopî, Atolyeya Keşif ê Zanistê, Atolyeya Destbikariyên Dijîtal û Teknolojiyê, Atolyeya Hewagerî û Fezayê û qadên hînbûna bi lîstikan hatin avakirin.

Zarok beşdarî çalakiyên avêtin, tîravêjî, rîçvaniyê bûn û kêf kirin.

- "Pêşangehên "Hêvî Dema Hember Êşê Li Ber Xwe Dida" û "Rûyên Kabeyê" hatin vekirin

Di çarçoveya bernameyê da li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê pêşangeha bi serenava "Hêvî Dema Hember Êşê Li Ber Xwe Dida" hat vekirin.

Di pêşangeha ku xwendekarên Filistînî yên beşdarî xebatên dibistana havînê ya Navenda Perwerdeya Gel a Çankayayê bûn bi teknîka boyoxa bidon û akrîlîkê çêkirin û ji 101 berheman ppk tê da xebatên ciwanên Xezeyî cî girtin.

Di pêşangehê da berhemên ku ciwanên di bin siya şer da mezin bûne bi mijara azadî, hêvî, berxwedan û aştiyê çêkirina hayin pêşkêşkirin.

Li Mizgefta Gel a Beştepeyê pêşangeha "Rûyên Kabeyê" hat vekirin.

"Li Kuliyeyê Remezan" seranserê remezanê bi çalakiyan cur bi cur va di welatiyan biezimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.