Bihûreka Guzeldereyê ya ku şofêr jê ditirsiyan êdî bi saya tunelê rehettir e

Van
Bi saya tunela li Bihûreka Guzeldereyê ya ku wek "32 fetlonek" tê binavkirin ya li ser rêbeja Wan-Hekariyê şofêr êdî bi awayekî rehet û ewle rêwîtiyê dikin.
Bihûreka Guzeldereyê ya ku 2 hezar û 730 mêtro bilind e di nav sînorên navçeya Başkaleyê da ye.
Ji bo ku li bihûrekê trafîk bi ewle biherike û dema ku berf û baran dibare jî astengiya çûyîn û hatinê çênebe tuneleke 3 hezar û 150 mêtro dirêj hat çêkirin.
Tunela aliyê Wan-Hekariyê di 15ê mijdarê da ji hêla Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu va hat vekirin.
Aliyê tunelê ya Hekarî-Wanê jî wê sala bê temam bibe.
Bi saya tunelê rêwitiya 40 deqîqeyê dakete 6 deqîqeyan ku welatî û şofêr ji ber vê gelekî kêfxweş in.
Şofêrê otobêsê Suat Ozer yê ji ber tunelê kêfxweş e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku her sal li vê herêmê qeza çêdibûn û wiha axivî: "Ji bo çûyîn û hatinê, ji bo bazirganiyê xizmeteke baş e. Ez serê sibê hatim û berf dibariya. Heke ez ji rêya berê bihatama ez ê di rê da bimama. Tunelê hatin û çûyîn rehettir kir. Pir xweş e, destê kesên ku ked dane sax be."
Cevat Arslanê bi salan e bi kamyoneta xwe ji Wanê bar dibe Hekariyê jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Xwedê ji wan razî be ku me ji vê tengasî, bela, fetlonek, rampa û qezayan rizgar kirin. Bi taybetî zivistanê em nikarîbûn hilkişin jorê. Daketin jî bi qasî rampeyan dijwar bû. Carinan em li ser rê asê diman. Em bi vekirina vê tunela xweş rehet bûn."
Sadî Kurt jî got hin caran qeza, mij û dûman çêdibû ku ev talûke ji holê rabûn.
Îlhan Arslanê 25 sal e li herêmê xwedî ciheke bêhnvedanê ye jî got ji ber qezayan bi sedan kes mirin, zivistanê her tim rê dihatin girtin, lê êdî ev tengasî ji holê rabûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.