Dinya

Biden: "Hêvîdar im heta duşemba dahatû agirbestek (li Xezeyê) pêk were"

Hakan Çopur  | 27.02.2024 - Rojanekırın : 27.02.2024
Biden: "Hêvîdar im heta duşemba dahatû agirbestek (li Xezeyê) pêk were"

Washington DC

 Serokê DYAyê Joe Biden diyar kir ku agirbesta li Xezeyê pir nêz bûye û heta roja duşemba dahatû agirbest dikare pêk were.

Serokê DYA Biden di serdana xwe ya New Yorkê da pirsên endamên çapemeniyê yên derbarî rojevê bersivand.

Di bersiva pirsa li Xezeyê kengê dikare agir bê bestin da Biden got, "Ez hêvî dikim heta dawiya vê hefteyê. Şêwirmendê min ê ewlekariya neteweyî got ku em pir nêzîk in, lê me hêj temam nekiriye. Ez hêvî dikim dê heta roja duşemba dahatû (li Xezeyê) agirbest pêk were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın