Aborî

Bi mebesta reşandina ser rêbejan da ku qeşa negirin rojane 500 ton xwê tê derxistin

Bülent Mavzer, Hüseyin Yıldız  | 20.12.2023 - Rojanekırın : 30.12.2023
Bi mebesta reşandina ser rêbejan da ku qeşa negirin rojane 500 ton xwê tê derxistin

Iğdır

 Li gelek parêzgehên rojhilatê Tirkiyeyê û Gurcistana cîran, bi mebesta rijandina ser rêbejan li dijî qeşegirtinê û her wiha ji bo bikaranîna di xwarinê da ji Çiyayê Xwê rojane 500 ton xwê tê derxistin.

Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku li herêmê zivistana herî dijwar li wan daran bi bandor e, barîna berfê û hewaya sar tesîra xwe zêde kir. Bi mebesta rêgirîkirina li qeşegirtina li ser rêbejan, ji berê va rêbaza xwêreşandinê tê kirin.

Xwêya zinaran bi makîneyên kar tê derxistin û piştî ku di şikeftan da tê seridandin, bi giştî zivistanê li dijî qeşa û berfê li ser rêbejan tê reşandin.

Ekîbên Şaredarî, rêbej û yên Îdareya Taybet a Parêzgehan xwê ya ku bi dest dixin li ser rêyan direşînin û rêgiriya qeşagirtinê dikin.

Li navçeya Tuzlucayê rojane 500 ton xwê ji çiyê tê derxistin û jê 200 ton ji bo xistina nav xwarinê tê bikaranîn û 300 ton jî bi mebesta têkoşîna dijî qeşagirtinê ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ra tê şandin.

Kargêrê Kanê Îsmaîl Taşdemîr ji nûçegihanê AAyê ra behsa pêvajoya derxistina xwê kir û anî ziman ku ji sedî 80yê xwêya ku di têkoşîna dijî qeşagirtinê ya li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da tê bikaranîn, ji Çiyayê Xwê tê derxistin.

Taşdemir diyar kir ku xwêya derdixin pir baş e û wiha got, "Di serî da ji bo xwarinê ev xwêya em derdixin di gelek waran da tê emilandin. Em xwêya derdixin dişînin fabrîqeya xwe ya li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Îdirê."

- "Ji bo hewcedariya şert û mercên zivistanê em 500 ton derdixin"

Taşdemir destnîşan kir ji ber zivistanê hewcedarî jî zêde bûye û wiha axivî, "Havînê em wardiyeyek dixebitîn, lê di zivistanê da du wardiye dixebitin. Em bi şev û biroj dixebitin. Me havînê rojê 250 û 300 ton xwê derdixist, lê ji bo hewcedariya şert û mercên zivistanê em 500 ton derdixin. Ji bo berf û cemed ev xwê li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat tê emilandin û heya Gurcistanê jî diçe."

Ji xebatkaran Kasim Gultekin diyar kir bi zivistanê ra karê wan zêde dibe û 24 saet dixebitin û got ku di zivistanê da karê me pir heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın