Berdevkê Karên Derva Oncu Keçelî der barê bi destê PKKyê kuştina 2 mihafizên sînor ên Iraqê da daxuyanî da
- "Li holê ye ku PKKya rêxistina terorê dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiye û Iraqê tehdîdek e û desthilatdariya Iraqê îxlal dike"

Ankara
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî der barê bi destê PKKya rêxistina terorê kuştina 2 eskerên Iraqê da got ku "Li holê ye ku PKKya rêxistina terorê dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiye û Iraqê tehdîdek e û desthilatdariya Iraqê îxlal dike. Ev êrîşa dawîn rûyê rastîn ê rêxistina terorê car din nîşan daye."
Keçelî ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî der barê bi destê PKKya rêxistina terorê va kuştina 2 eskerên Iraqê da peyamek parve kir.
Keçelî diyar kir ji ber ku duh li Dihokê 2 mihafizên sînor ên girêdayî Fermandariya Hidût a Iraqê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da hatin kuştin gelekî xemgîn in û sersaxî da gelê Iraqê, got ku Xwedê rehma xwe li eskerên şehîd ketin bike û ji bo eskerên di êrîşê da birîndar bûn jî şifaya acîl xwest.
Keçelî got ku "Li holê ye ku PKKya rêxistina terorê dijî ewlehiya neteweyî ya Tirkiye û Iraqê tehdîdek e û desthilatdariya Iraqê îxlal dike. Ev êrîşa dawîn rûyê rastîn ê rêxistina terorê car din nîşan daye."
Berdevk Keçelî da zanîn ku dijî terorê dê bi Iraqê ra têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.
Li Dihokê duh di êrîşa PKKya rêxistina terorê da 2 eskerên hêza mihafiz a sînor ên Iraqê hatibûn kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.