Belçîkayê daxuyand ku ew ê midaxilê doza komkujiyê ya Îsraîlê ya li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bibe

Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Belçîkayê daxuyand ku ew ê midaxilê doza komkujiyê ya Îsraîlê ya ku Afrîkaya Başûr li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) daye destpêkirin bibe.
Li gor agahiyên çavkaniyên Wezareta Karên Derva, Belçîkayê biryar da ku ew ê şiroveya xwe ya der barê xala 2yemîn ya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Komkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dîroka wê 1948 e û sûcê komkujiyê pênase dike, pêşkêş bike.
Wezîra Karên Derva Hadja Lahbîbê wiha got: "Di 7ê Sibatê da Dîwana Edaletê ya Navneteweyî Belçîka jî di nav da ji welatên ku alîgirên Peymana 1984an in ra nameyek şand û diyar kir ku şîroveya peymanê di çarçoveya vê dozê da dibe ku bê nîqaşkirin. Belçîka jî dixwaze beşdarî vê bibe û der barê xala 2yemîn a peymanê da şîroveya xwe parve bike. Mijara li vir ev e, mesele ne piştgiriya aliyekî ye. Mijar xurtkirina gerdûnî ya paymanên navneteweyî ye."
Çavkaniyan diyar kirin ku hêj naverok û dîrokeke diyarkirî tune ye û dibe ku ev pêvajo bi mehan bidome.
Statûya xala 63yemîn ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî mafê dide dewletan ku dema behsa şirovekirina peymanan yên ku ew alîgir in dibe ew şîroveyên xwe bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.