Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Înan: "Em ê têkiliyên xwe li ser projeyên şênber pêş bixin"

Baghdad
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Anil Bora Înan diyar kir, sûcdarî û îdiayên ku Şehnaz Îbrahîm Ehmeda jina Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li dijî Tirkiyeyê dibêje, rast nînin û daxuyand ku ew ê bi Iraqê ra têkiliyên xwe ne bi nîqaşkirina li ser îdiayên bêbingeh, li ser projeyên şênber pêş bixin.
Ehmeda jina Reşîdê Serokomarê Iraqê çend roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirin kir û der heqê hin mijaran da Tirkiye sûcdar kir. Balyoz Înan der barê van sûcdarkirinan da pirsa Ajansa Anadoluyê (AA) bersivand û wiha got, "Me jî ew îdiayên bêbingeh dîtin. Îdiayên ku qala wan tê kirin, teqez rast nînin. Em wekî Tirkiye dixwazin ku bi Iraqê ra di her qalê da têkiliyên xwe xurt bikin. Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan herî dawî di meha nîsanê da Iraq ziyaret kir û di vê ziyaretê da ji bo tevkariyê nêzî 30 peyman hatin îmzekirin û me ev îradeya xwe ya tevkariyê teyîd kir. Di nava qadên vê tevkariyê da têkoşîna terorê jî heye. Ji bilî wê, jixwe aliyê Iraqê di adara borî da PKKya rêxistina terorê wekî 'rêxistina qedexekirî' îlan kir."
Înan diyar kir, têkoşîna terorê di serî da ji bo ku têkiliyên navbera Tirkiye û Iraqê li gorî berjewendiyên her du aliyan baştir bibe û pêş bikeve, her du welatan jî biryardariya xwe nîşanî hev da û wiha dewam kir: "Em ê têkiliyên xwe ne bi nîqaşkirina li ser îdiayên bêbingeh, li ser projeyên şênber pêş bixin."
Şehnaz Îbrahîm Ehmeda jina Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li ser Xa hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirin kiribû û îdia kiribû ku Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da "gundên herêmê kirin hedef, qadên çandiniyê şewitîn".
Ehmedê îdia kiribû ku li dijî rêxistina terorê piştî operasyonên dawîn ên ku Artêşa Tirkiyeyê li herêmê kirin, li herêmê "dibistanek û dêrek jî hilweşiya".