Dinya

Balafira ku derman û melzemeyên bijîşkî bar kiribû gihişt Misrê

Yeşim Sert Karaaslan  | 22.10.2023 - Rojanekırın : 23.10.2023
Balafira ku derman û melzemeyên bijîşkî bar kiribû gihişt Misrê

Ankara

Balafira Serokomariyê ya ku ji Tirkiyeyê derman û melzemeyên bijîşkî bar kiribû û tê de 20 bijîşkên pispor jî hebû gihişt Qahîreya paytexta Misrê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê Balafira Serokomariyê ya ku ji Enqereyê derman û melzemeyên bijîşkî bar kiribû û tê de 20 bijîşkên pispor jî hebû destê nîvro xwe li Qahîreya paytexta Misrê danî.

20 bijîşkên pispor tevî rayedarên Wezareta Tendirustiyê li Wezareta Tendirustiyê ya Misrê digel alîkarê wezîr û rayedarên din civiyan û alîkarên tendirustiyê yên ji bo Xezeyê nirxandin.

Serê sibehê balafira navborî ji Balafirgeha Esenbogayê ya li Enqereyê derman û melzemeyên bijîşkî hat barkirin, piştî kutakirina xebatan balafir bi rê ketibû.

Ekîb wê li Balafirgeha El-Arîşê û li ber deriyê Sînor ê Refehê ji bo avakirina nexweşxaneyên sehrayê wê xebatên fîzîbîleteyê bikin.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dabû û wiha gotibû, "Ji bo alîkariya Xezeyê balafira me rabû. Balafira Serokomariya me bi derman û melzemeyên bijîşkî barkirî ye û tê da 20 hekîmên pispor hene. Balafir ji Enqereyê bi rê ket ku here Misrê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın