Polîtîka

Bahçeli: Divê were zanîn ku hevbeşiya me hemûyan Tirkiye ye

Sinan Uslu  | 02.06.2023 - Rojanekırın : 03.06.2023
Bahçeli: Divê were zanîn ku hevbeşiya me hemûyan Tirkiye ye

TBMM

 Lijneya Giştî ya Meclisê bi serokatiya Serokê Berwext ê Meclisê û Parlamenterê Osmaniyeyê Devlet Bahçelî kom bû.

Di Dîwana Berwext a Serokatiya Meclisê da endama herî ciwan a Parlamentera AK Partiyê ya Enqereyê Zehranur Aydemir û Parlamentera AK Partiyê ya Stenbolê Rumeysa Kadakê cih girtin.

Piştî xwendina Marşa Îstiqlalê, Serokê Berwext Bahçeli berî destpêkirina merasima sondxwarinê, axaftina kêfxweşiyê kir û wiha got, "Ez şikran û sipasiyên xwe pêşkêşî gelê Tirk dikim ku xwediyê yekane yê serweriyê ye û bi mensûbiyeta wê em pê serbilind in."

Bahçeli her wisa di axaftina xwe da pîrozbahî li Serokmar Recep Tayyip Erdogan kir ku di Hilbijartina Serokomariyê da wekî Serokomarê 13em hat hilbijartin.

Bahçeli bal kişand, ew kelecanî ne ku ew pêşwaziyê li 100emîn sala Komara Tirkiyeyê û 103yemîn sala Meclisê dikin û wiha got:

"Hûn hevalên min ên parlamenter ên di Meclisa Tirkiyeyê ya Serdema 28em da peywirdar in, helbet we berpisyariyeke dîrokî jî hildaye ser milê xwe. Ez di wê baweriyê da me ku ev hişmendiya berpirsyariya dîrokî dê hedefa Sedsala Tirk û Tirkiyeyê bi ser bixe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın