Tirkiye

Ayşegul Dogana Berdevka DEM Partiyê der barê rewşa tenduristiya Onder da daxuyanî da

- "Li gor daxuyaniyên bijîşkan rewş niha stabîl e. Em gelekî deyndarê vê stabîlîzasyonê ne. Ji ber ku ya bi stabîlîzasyonê dihat pêşbînîkirin parçeyeke vê pêvajoya nexweşxaneyê ye. Helbet ev nayê wê wateyê ku xetereya jiyanê ya bilind dewam nake"

Ferhat Yasak  | 18.04.2025 - Rojanekırın : 20.04.2025
Ayşegul Dogana Berdevka DEM Partiyê der barê rewşa tenduristiya Onder da daxuyanî da

Istanbul

Ayşegul Dogana Berdevka DEM Partiyê got ku rewşa tenduristiya Sirri Sureyya Onderê Cîgirserokê TBMMyê û Parlamenterê Stenbolê yê partiya wan wekî tê pêşbînîkirin e.

Doganê li ber derê nexweşxaneya li Şîşliyê daxuyanî rojnamevanan û da zanîn ku çendî roj e hemû bi hev ra li bendê ne ku ji Onder xebereke baş hildin.

Doganê diyar kir xebereke nebaş tune ev yek jî nîşan dide ku kar li rê ye û wiha axivî: "

"Li gor daxuyaniyên bijîşkan rewş niha stabîl e. Em gelekî deyndarê vê stabîlîzasyonê ne. Ji ber ku ya bi stabîlîzasyonê dihat pêşbînîkirin parçeyeke vê pêvajoya nexweşxaneyê ye. Helbet ev nayê wê wateyê ku xetereya jiyanê ya bilind dewam nake. Wekî hûn dizanin hî jî têkoşîneke mezin a jiyanê dide.Wekî keça wî Cerenê got; tişta ku herî baş dizane, em jî şahidên wî yên herî baş in dike. Li ber xwe dide. Em jî bi hêvî li bendê ne. Em bawer dikin ku Sirri Sureyya Onder dê bi başî ji vê pêvajoyê derkeve, dê ji wir rabe û tevî nav me bibe û aştiya ku gelekî dixwaze bibîne jî bibîne, ji bo ku bibe yek ji damezrînerên wê jî dê hewldanên xwe bidomîne.

Doganê bi bîr xist ku dê pêvajoya nexweşxaneyê dirêj be û da zanîn ku ev pêvajo wekî tê payîn pêş dikeve.

Doganê got ku "Eleqeya tê nîşandan, daxazên piştevaniyê, hêvî, dia, xebera baş ku em hemû li bendê ne tişta ku hewcehiya me jî pê heye nîşan dide, tişta ku hewcehiya Tirkiyeyê pê heye. Ango Sirri Sureyya Onder dema ku têkoşîna jiyanê dide jî dixebite, direve, li ber xwe dide, me dike yek, cudahiyên me kêm dike, manendiyên me zêde dike."

Doganê destnîşan kir ji bo ku Sirri Sureyya Onder bigihêje tendurisriya xwe her tişt bi tîtîzî tê kirin û got ku Onder di destê ewle da ye û bijîşk çi ji destê wan tê zêdetirê wê dikin.

Doganê got ji bo ku gihaştina xizmetên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê neyên astengkirin û bên hêsankirin di rêxistina bajêr a partiyê da jî dest bi qebûlkirina ziyaretan kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.