Artêşa Îsraîlê şev jî êrîşên xwe yên dijî Xeta Xezeyê domand

Istanbul
Artêşa Îsraîlê bi şev jî êrîşên xwe yên dijî Xeta Xezeyê domand, gelek Filistînî di van êrîşan da hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê daxuyand li Xeta Xezeyê du malên li Kampa Penaberan ya Nusayratê ji hêla artêşa Îsraîlê va hatin bombebarankirin, 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Xan Yûnisê jî malek hat bombekirin, 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê li bajarê Xezeyê êrîşî taxên et-Tuffah, ed-Derec û eş-Şucaiyeyê, li rojhilatê Xan Yûnisê jî êrîşî herêmên el-Fuharî, Huzaa û Absanê kir.
Hêzên Îsraîlê bi bombeyên fosforê va êrîşî Kampa Penaberan ya Cîbaliyayê kirin.
Ekîbên parastina sivîl daxuyandin ji ber êrîşên Îsraîlê gelek kes hatin kuştin, hin birîndar jî di binê kavilan da mane.
Hêzên Îsraîlê li Xeta Xezeyê 35 xebatkarên tenduristiyê yên di nav da doxtor û xebatkarên ambulansê jî hene dîl girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.