Artêşa Îsraîlê li nexweşxaneya rehabîlîtasyon û protezê ya li Xezeyê "wêrankariyeke mezin" kir
Gazze
Artêşa Îsraîlê li Xezeyê li nexweşxaneya rehabîlîtasyon û protezê ya Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî "wêrankariyeke mezin" kir.
AAyê 1ê Sibatê beriya ku artêşa Îsraîlê ji herêmên bakur-rojavayê Xeta Xezeyê vekişe, dîmenê îmheya ku artêşa Îsraîlê li nexweşxaneyê pêk anî, kişand.
Hêzên Îsraîlî bi awayekî berfereh avahiya nexweşxaneyê, alavên bijîşkî û ekîpman wêran kirin, her wiha binesaziya kolanên ku ber bi nexweşxaneyê û deverê va diçin jî texrîb kirin.
Komîteya Qeterê ya Jinûvaavakirina Xeta Xezeyê ya girêdayî Wezareta Karên Derva ya Qeterê, sala 2019an bi navê Nexweşxaneya Rehabîlîtasyon û Protezê ya Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, bi bexşeke bi qasî 407 milyon dolarî nexweşxaneyeke rehabîlîtasyon û protezê ava kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
