Dinya

Artêşa Îsraîlê: Em ê îşev li Rojhilata Navîn êrîşeke xurt bikin

Mustafa Deveci  | 01.10.2024 - Rojanekırın : 02.10.2024
Artêşa Îsraîlê: Em ê îşev li Rojhilata Navîn êrîşeke xurt bikin

Ankara

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî parast ku êrîşa fuzeyê ya ku Îranê kir di Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê da nebû sedema tu xisarê û got ku dê îşev li Rojhilata Navîn "êrîşeke mezin" bikin.

Li gor nûçeyên çapemeniya civakî Hagarî der barê êrîşên bi fuzeyê yên Îranê da daxuyanî da rojnamevanên Îsraîlî.

Hagarî parast ku êrîşên fuzeyên yên Îranê di Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê da nebû sedema tu xisarî.

Hagarî got ku Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê bi "kapasîteya tam" fealiyet dike û got ku "Hêzên Asîmanî yên Îsraîlê bi kapasîteya tam fealiyet dik û îşev jî wekî par dê li rojhilata Navîn êrîşên xurt bike."

Hagarî besh nekir ka di hedefa êrîşên wan ên li Rojhilata Navîn da dê Îran hebe yan na.

- Artêşa Îsraîlê: Ji Îranê fuze hatin avêtin Îsraîlê û li welêt sîren lê dixin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji Îranê ber bi Îsraîlê va fuze hatin avêtin û di serî da Tel Avîv li tevahiya welêt sîren lê dixin.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku "demek kurt berî niha" ji Îranê fuze avêtin Îsraîlê.

Ji ber fuzeyên hatin avêtin di serî da Tel Avîv li tevahiya welêt sîrenan lê xist.

Bangewaziya "guh bidin hişyariyan û li cihên ewledar bimînin" li Îsraîliyan hat kirin.

Piştî vê daxuyaniyê li gelek herêmên welêt dengê sîrenan hat bihîstin.

Artêşa Îsraîlê piştî êrîşên bi fuzeyê yên Îranê ragihand ku gel dikare ji sitargehan derkeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.