Artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li dijî 250 cihên li Xezeyê êrîşa asîmanî li dar xist

Quds
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên dawîn de li dijî 250 cihên li Xeta Xezeyê êrîşa asîmanî li dar xistiye.
Tevî bangên agirbestê yên ku ji cîhanê tên, Îsraîl êrîşên xwe yên Xeta Xezeyê didomîne.
Artêşa Îsraîlê tevî herêmên bakur, li dijî Xan Yûnisa li başûrê Xeta Xezeyê êrîşa bejayî da destpêkirin û êrîşên xwe yên asîmanî yên li dijî wê herêmê zêde kirin.
Di daxuyaniya artêşê de hat destnîşankirin ku di 24 saetên dawîn de li dijî 250 cihên li Xezeyê êrîşa asîmanî hatin lidarxistin.
Hat îdiakirin ku ew xalên ku hedef hatin girtin yên Lîwayên Îzedîn Qesama baska eskerî ya Hemasê ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.