Dinya

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 19 eskerên wan birîndar bûn

Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout, Esat Fırat  | 05.01.2024 - Rojanekırın : 06.01.2024
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 19 eskerên wan birîndar bûn

Quds

 Artêşa Îsraîlê daxuyand ku di 24 saetên dawîn da 15 jê li Xeta Xezeyê di pevçûnên bejayê da, bi tevahî 19 efser û eskerên wan birîndar bûn.

Li gor daneyên ku li ser malpera înternetê ya artêşa Îsraîlê hatin weşandin, ji 7ê Cotmehê vir va jimara efser û eskerên ku birîndar bûn, ji 2 hezar û 290î derket 2 hezar û 309an.

Li gor vê, jimara esker û efserên ku li Xeta Xezeyê di pevçûnên bejayî da birîndar bûn ji duh va 15 zêde bûn û ji 991an derket 1006an. Artêşa Îsraîlê agahî neda ku 4 esker û efserên din li ku derê birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê daxuyandibû ku ji 7ê Cotmehê roja êrîşên ku li dijî Xeta Xezeyê dest pê kirin û heta niha 175 jê di pêvajoya dagirkirina bejayê da, bi tevahî 509 eskerên wan hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê tenê jimara eskerên kuştî yên ku malbatên wan destûra eşkerekirina navên wan dide, eşkere dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın