Artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser paytextê Libnanê Beyrûtê

Beyrut
Artêşa Îsraîlê li dijî paytextê Libnanê Beyrûtê êrîşeke asîmanî pêk anî.
Li gorî agahiya ji şahidan hat wergirtin, êrîş li dijî avahiyeke li Bîr el-Abidê hat kirin ku ji taxên herêma Dahiyeyê ye û Hizbullah lê bihêz e.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrîş piştrast kir.
Hat îdiakirin, Elî Karakiyê ji fermandarên baskê çekdarî yê Hizbullahê hat armancgirtin.
Hê di wê der barê da daxuyanî nehatiye dayîn ka ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene, yan na.
- Li tevahiya Libnanê ji ber êrîşên Îsraîlê sibê perwerde hat rawestandin
Ji aliyekî din, Ji ber êrîşên bênavber ên Îsraîlê sibê li tevahiya Libnanê hemû dibistan û zanîngeh hatin tetîlkirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Libnanê Ebas el-Helebî di daxuyaniya xwe da ragihand ku li bajarên Nebatiye, Bekaa, Baalbek, Hermel, Beyrût, Cebel Libnan, Bakur û Akkarê sibê dibistan hatin tetîlkirin.
Helebî bal kişand, geşedanên di rewşa eskerî û ewlekariyê da ji bo çûyîna xwendekaran a dibistanê dibin sedema xetereyê.
Ji aliyekî din va li gorî ragihandina peyamnêrê AAyê yê li herêmê, ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê, bi hezaran Libnanî ji bajarê Sûrê yê li başûrê Libnanê û her wiha ji deverên din ên başûr ber bi Sayda û Beyrûta li bakur ketin rêya koçê.
Helebî di daxuyaniya xwe ya pêşdatir da ragihandibû, ji ber êrîşên Îsraîlê li başûrê welêt perwerde ji bo 2 rojan hat rawestandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.