Arkeolog li Erdexanê di berateyên kelehê da li pey şopa dîroka 3 hezar û 500 salan ketine
Bi xebatên vedanê va yên li berateyên keleha li navçeya Goleyê dest pê kirin, mîmariya avahiyê, tebeqeyên dîrokî yên berhemê û her wiha pergala cîwarbûna deverê dê bên ronîkirin
Ardahan
Arkeologên ku li Goleya navçeya Erdexanê di nav berateyên kelehê da xebata vedanê dan destpêkirin, dîroka 3 hezar û 500 salan vedikolînin.
Xebatên vedanê bi îzna Midûriyeta Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Turîzmê, bi serokatiya Hakim Aslanê Midûrê Muzeya Qersê û her wiha bi berpirsyariya zanistî ya Ayşegul Akin Arasa Endama Hîndekariyê ya Dr. ya ji Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Zanistên Însanî û Edebiyatê ya Zanîngeha Erdexanê tên meşandin. Her wisa Walîtî, Zanîngeh, Qaymeqamtî û Şaredariya Goleyê jî piştgiriyê didin xebatên vedanê.
Hakim Aslanê Midûrê Muzeya Qersê û Serokê Xebatên Vedanê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan li keleha dîrokî xebatên vedanê yên xilaskirinê dan destpêkirin.
Aslan bal kişand ku keleh ji bo herêmê giring e û li cihekî serdestî herêmê hatiye avakirin û wiha dewam kir, "Li Erdexanê pêşdatir vekolînên ser rûyê erdê hatibûn kirin. Lê ev cara yekem e ku vedaneke arkeolojîk tê pêkanîn. Ji vê hêlê va xebatên me giring in û ji aliyekî din va jî em li qadekê xebatan dimeşînin ku dîroka wê mumkin e vegere Serdema Dereng a Bronzî-Serdema Zûtir a Hesinî. Helbet bi domandina vedanê ra em ê di warê tesbîtkirina dîroka wê da encamên giringtir bi dest bixin."
Ayşegul Akin Arasa Endama Hîndekariyê ya Dr. jî bal kişand ku xebatên vedana arkeolojîk ên li Keleha Tîgemê ji bo Erdexanê xebateke ewil e.
