Amerîka: Hûsiyên li Yêmenê moşeka balîstîk a dijî keştiyan ber bi Kendava Adenê va avêtin

Ankara
Amerîkayê ragihand ku Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştgiriya wan dike moşeka balîstîk a dijî keştiyan ber bi aliyê Kendava Adenê va avêtin.
Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) li ser medyaya civakî Xê der barê mijarê da daxuyanî da.
Hat gotin Hûsiyan moşeka balîstîk a dijî keştiyan ber bi aliyê Kendava Adenê va avêtin.
Hat daxuyandin ku moşek li keştiyê neketiye, kes birîndar nebûye û tu zirar jî çênebûye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku CENTCOMê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan da bi 4 balafirên bêmirov va moşek îmha kir.