Amerîka: Dibe ku Îran vê hefteyê êrîş (Îsraîlê) bike

Washington DC
Qesra Spî îdia kir ku wekî bersiva sûîqesta dijî Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê yê berê Îsmaîl Heniyye dibe ku Îran nava vê hefteyê êrîşeke dijber bike.
Şêwirmendê Ragihandina Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî John Kirby bi rêya telekonferansê brîfîng da çapemeniyê û li ser rojeva Rojhilata Navîn sekinî.
Kirby diyar kir, ew naxwazin ku rageşiya Îsraîl-Îranê zêdetir bibe û ew dixwazin ku li herêmê rageşî kêm bibe.
Kirby destnîşan kir, çi Îran çi jî unsûrên girêdayî Îranê be, ji bo êrîşeke muhtemel a li dijî Îsraîlê ew ê her cure alîkariyê bidin Tel Avîvê û ji bo spekulasyonên ku Îran wê vê hefteyê êrîşekê bike jî wiha got, "Li gor Amerîkayê jî dibe ku vê hefteyê (êrîş) bibe û Amerîka ji bo vê yekê bi fikar e."
Kirby daxuyand, texmînikirina dema êrîşa muhtemel pir zehmet e û dibe ku "êrîşên mezin" werin kirin.
Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê yê berê Îsmaîl Heniyye di 31ê Tîrmehê da li Tehrana paytextê Îranê rastî sûîqestê hatibû.
Îran û Hemasê gotin ku Îsraîlê ev êrîş kiriye û Tehranê gotibû ku ew ê bersivekê bidin rêvebiriya Tel Avîvê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.