Amûrên alîkariyê yên di Keştiya 17emîn ya Qenciyê da ku gihîşt Bendera El-Arîşê tên valakirin
Ankara
Amûrên alîkariyê yên di Keştiya 17emîn ya Qenciyê da ku ji bo Xezeyê bir û gihîşt Bendera El-Arîşê ya Misrê, tên valakirin.
Li ser keştiya bi navê "Akdeniz" ku bi kordînasyona Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Acîl (AFAD) û bi piştgiriya 17 rêxistinên civaka sivîl hatibû amadekirin, tevî bi qasî 900 ton amûrên xwarinê ji Bendera Navneteweyî ya Mêrsînê bi rê ketibû.
Tirkiyeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va bi 14 balafir û 16 keştiyan alîkariya mirovî ji Xezeyê ra şandiye. Keştiya 17emîn ya Qenciyê ku piştî agirbesta li herêmê çêbû bi rê ket ku di vê çarçoveyê da qonaxa nû ya xebatên piştevaniya ji bo Xezeyê temsîl dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
