Dinya

Almanyayê biryar da ku Serkonsolosxaneyên Frankfurt, Hamburg û Munîhê yên Îranê bigire

Cüneyt Karadağ  | 31.10.2024 - Rojanekırın : 03.11.2024
Almanyayê biryar da ku Serkonsolosxaneyên Frankfurt, Hamburg û Munîhê yên Îranê bigire

Berlin

Almanyayê wek bertekê li Îranê darvekirina Cemşîd Şarmehdê welatiyê Almanyayê biryar da Serkonsolosxaneyên Îranê yên li Frankfurt, Munîh û Hamburgê bigire.

Annalena Baerbocka Wezîra Karên Derva ya Almanyayê di daxuyaniya xwe ya li New Yorkê da car din bertek nîşanî ji hêla Îranê va darvekirina Cemşîd Şarmehdê welatiyê Îran-Almanyayê yê ku tê îdiakirin ku serokê rêxistine dijî rejîmê ye ku navenda wê Amerîka ye û li welêt bi lidarxistina çalakiyên terorê dihat sûcdarkirin.

Baerbockê got ku çendî caran ji Tehranê ra gotin ku dê encamên cidî ên darvekirina welatiyekî Almanyayê çêbin û got ku "Ji ber vê yekê min biryar da ku 3 serkonsolosxaneyên Îranê yên li Frankfurt, Munîh û Hamburgê bigirim."

Ev rewş dê bandorî 32 peywirdarên konsolosxaneyê yên Îranî bike û heke welatiyê Almanyayê jî nebin dê mafê wan ê îqametê ji dest biçe û mecbûr bimînin ku welêt biterikînin.

Balyozxaneya Îranê ya li Berlînê dê vekirî bimîne û 300.000 Îraniyên li Almanyayê dû bikarin ji wir xizmetên konsolosxaneyê hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın