Polîtîka

Alîkarê Serokomar Yilmaz çû ziyareta Dayikên Diyarbekirê

- "Tu îdeolojî ji dilê dayikekê, ji hesreta wê ya ji bo ewladê wê biqîmettir nîne. Dayikên Diyarbekirê sekneke pir girîng nîşan dan"

Harun Kutbe  | 19.08.2023 - Rojanekırın : 20.08.2023
Alîkarê Serokomar Yilmaz çû ziyareta Dayikên Diyarbekirê Alîkarê Serokomar Yilmaz çû ziyareta Dayikên Diyarbekirê

Diyarbakir

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz got: "Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya dijî rêxistina terorê bidomînin. Li vê herêmê kî dijî bila bijî, ji kîjan nijadê dibe bila bibe, ji kîjan mezheb û meşrebê dibe bila bibe, em ê xwedî hemû însanên me derkevin."

Yilmaz ji bo hin hevdîtinan bike çû Diyarbekirê û li Walîtiyê agahî hildan.

Yilmaz paşê çû ziyareta dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan revandine çiyê, ji ber vê HDPyê berpirs dibînin û ji 3yê Îlona 2019yan vir va 1447 roj e li ber serokatiya bajêr ya HDPyê nobeta ewladan dikin.

Malbatên ku di destên wan da alayên Tirkan û wêneyê zarokên wan hene Yilmaz pêşwazî kir û yek bi yek behsa revandiya zarokên xwe kirin.

Alîkarê Serokomar Yilmaz paşê daxuyanî da rojnamevanan û got dayikên Diyarbekirê ji bo ku zarokên xwe ji rêxistinê xelas bikin seknekê nîşan didin û ev pir bi qîmet e.

Yilmaz wiha axivî: "Tu îdeolojî ji dilê dayikekê, ji hesreta wê ya ji bo ewladê wê biqîmettir nîne. Dayikên Diyarbekirê, malbatên Diyarbekirê sekneke pir girîng nîşan dan. Em dijî terorê têkoşînê didin, hêzên me yên ewlehiyê, meqamên me yên edlî, hemû civak em têkoşînê didin. Lê yek ji nav wan da têkoşîna herî bi wate jî ya Dayikên Diyarbekirê ye."

Yilmaz anî ziman ku ji 43 bajaran 365 malbat ji bo 370 zarokan nobetê digirin ku ji wan 45 malbat gihîştîn ewladên xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.