AKSUNGURê bi motora neteweyî va rekora bilindbûnê bi dest xist

Istanbul
Balafira bêmirov AKSUNGURa ku ji aliyê Pîşesaziya Feza û Esmangeriyê ya Tirk (TUSAŞ) va hatiye çêkirin, bi motora neteweyî TEI-PD170yî va heta 40 hezar feetê bilind firî û rekora bilindahiya TEI-PD170ê bi dest xist.
Li gorî daxuyaniya TUSAŞê, AKSUNGUR di firîna xwe ya ku bi motora PD170 ya xwemalî û neteweyî ya TEIê va hatiye pêşvabirin va gihîşt 40 hezar feet bilindahiyê.
Bi vê firînê va motora neteweyî TEI-PD170 gihîşt bilindahiya xwe ya herî bilind.
Ev firîn bilindahiya herî bilind e ku bi kameraya neteweyî AF500î ya ku ji hêla ASELSANê va hatiye pêşvexistin û bataryaya germkirinê ya neteweyî ya ku ji hêla ASPÎLSANê va hatiye pêşvexistin va di AKSUNGURê da hat ceribandin.
Midûrê Giştî yê TUSAŞê Mehmet Demiroglu li ser hesabê xwe Xê diyar kir ku AKSUNGUR bi ceribandina xwe ya bilindahiyê ya 40 hezar feetê va serkeftineke din bi dest xist û wiha got: "Bi her serkeftina ku em bi dest dixin va, em bêtir bilind dibin û bi gavên xurtir va ber bi dahatûyê ra dimeşin. Ez ji ber vê serkeftina ku temînata dahatûya xurt e, bi şanaz im. Ez spasiya hemû hevalên me yên kedkar dikim."
AKSUNGURa ku bi barên curbicur û qabiliyêtên nû va hatiye çêkirin, hefteya borî bi muhîmatên LGK81 û LGK82 yên ku ji hêla ASELSANê va hatine çêkirin va rasterast hedefê xistibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.#AKSUNGUR’umuz 40 bin feet yükseklik denemesiyle bir başarıya daha imza attı.
— Dr. Mehmet Demiroğlu (@dr_mdemiroglu) April 20, 2025
Aldığımız her başarıyla daha da yükseğe çıkıyor ve geleceğe daha da güçlü adımlarla yürüyoruz.
Güçlü bir geleceğin teminatı olan bu başarıyla gurur duyuyorum.
Emeği geçen tüm çalışma arkadaşlarıma… https://t.co/PIf7ISlRh5