Dinya

Akinci ÎHAyê cihê qezaya helîkoptera Serokomarê Îranê Reîsî tesbît kir û vegeriya welêt

Mehmet Şah Yılmaz  | 20.05.2024 - Rojanekırın : 21.05.2024
Akinci ÎHAyê cihê qezaya helîkoptera Serokomarê Îranê Reîsî tesbît kir û vegeriya welêt

Ankara

Akinci ÎHAya ku Tirkiyeyê ji bo xebatên lêgerînê yên qezaya helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peywirdar kir, piştî ku bi serkeftî cihê qezaya helîkopterê tesbît kir, vegeriya ser karê xwe yê li Tirkiyeyê.

Li gorî sepana FlightRadar24ê, Akinci ÎHA piştî peywira li Îranê vegeriya qada asîmanî ya Tirk.

Akinci ÎHA ya ku Tirkiyeyê ji bo xebatên lêgerînê yên cihê qezaya helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peywirdar kir, jêdera germê ya dihat texmînkirin ku dibe ya kavilê helîkopterê be, tesbît kiribû û kordînatên wê bi meqamên Îranê ra parve kiribû.

Piştî tesbîta Akinci ÎHAyê, Heyva Sor a Îranê ragihandibû ku wan cihê kavilê helîkoptera Serokomar Reîsî dît.

Têlevîzyona dewleta Îranê ragihandibû, li cihê qezaya helîkopterê nîşaneyeke jiyanê tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın