Dinya

AFP ji ber polîtîkaya weşanê li Fransayê di bin zexta siyasetmedaran da ye

Şeyma Uzundere  | 16.11.2023 - Rojanekırın : 21.11.2023
AFP ji ber polîtîkaya weşanê li Fransayê di bin zexta siyasetmedaran da ye

Ankara

AFPya ajansa nûçeyan a Fransiz ji ber polîtîkaya xwe ya weşanê ya ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da dimeşîne di bin zext hin siyasetmedar û raya giştî da ye.

Li gor nûçeyên di çapemeniya neteweyî da Fabrîce Frîesê Serok û CEOyê AFPyê ji bo ku der barê polîtîkayên weşanê yên ku alîgirên Îsraîlê nînin da îfade bide gazî Senatoyê kirin.

Frîes di axaftina xwe ya li Senatoyê da got ku ji ber ku ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da şûna ku bibêje "Hemas terorîst e" gotiye "Hemas ji hêla YE, ABD û Îsraîlê va wekî rêxistina terorê tê naskirin" ajans bi "dijberiya cihûyan va tê sûcdarkirin."

Frîes destnîşan ki ku sûcdarkirinên bi vî awayî "cidî û nemerdane ne" û parast ku weşangeriya "serbixwe" ya AFPyê ya der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da nikare wekî "alîgir" bê nirxandin.

Frîes di hevpeyvîna xwe ya ku dawiya hefteyê da Le Mondeyê da der barû ku li raya giştî ya Fransayê ji hêla hin aliyan va AFP wekî "Ajansa Fransa-Filistînê" hat teswîrkirin bi bîr xist ku saziyeke wisa ne ku xizmetê raya giştî nakin xizmetî çapemenî û mişteriyên xwe dikin.

AFP di nûçeyên xwe da gotinên wekî "antîsemîtîk, cihû û îslamîst" bi kar nayne û ji 7ê cotmehê vir va li Meclisa Neteweyî û Senatoyê rastî êrîşên giran ên siyasetmedarên rastgir û komarparêz tê.

Li Meclisa Neteweyî parlamenterên rastgirên tundraw gelek caran ji hikûmetê xwestibû ji ber ku AFP weşanê alîgirê ÎSraîlê nake bila jê hesab bê pirsîn.

AFP ji bo Hemasê pênaseya "terorîst" bi kar nayne û Jean-Luc Melenchonê Serokû Fransaya Serî Natewîne (LFI) di vê mijarê da piştgiriyê dide ajansê û di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Xê da gotibû ku "Di çarçoveya hesasiyeta watedar a AFPyê da. Dîrok me mafdar derdixîne. Peyva terorîzmê ji bo ku edaletê navneteweyî birevin û !mafê qetlîamê' meşrû bikin berevajîkirinek e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın